• Tuesday, 10 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî tekeziyê li lezkirina hinardekirina petrola Kurdistanê dikin

Gulan Media February 23, 2025 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî tekeziyê li lezkirina hinardekirina petrola Kurdistanê dikin

 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina destpêkirina hilberîna petrolê ji aliyê kompaniyên petrolê ve li Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî  Roja 22ê Sibata 2025an, li Bexdayê bi Serokwezîrê Îraqa Federal Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokayetiya Herêma Kurdistanê, di civînê de girîngtirîn pirs û babetên li ser asta niştimanî, girîngiya berdewamiya cîbicîkirina rêkeftinên hevbeş û bernameya hikûmetê di hemû sektor û waran de hatin gotûbêjkirin, bi taybetî piştî pesendkirina dawîn sererastkirina yasaya budceya giştî ya federalî li Encûmena Nûneran, bi awayekî ku xizmeta berjewendiya niştimanî bike, aboriya welat bihêztir bike û pêdiviyan dabîn bike.

Her di wê çarçoveyê de, herdu aliyan tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina destpêkirina hilberîna petrolê ji aliyê kompaniyên petrolê ve li Herêma Kurdistanê û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê kirin ku xêra wê li tevahiya Iraqê vedigere.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser xwasteka Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan ligel Bexdayê û berdewamiya peywendî û hevahengî û hevkarîya aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê ligel hikûmeta federal di hemû astan de kir ku xizmeta geşepêdan û pêşkêşkirina xizmetguzariyan û çespandina aramiyê li tevahiya welat bike.

Rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêşhatên navçeyê bi giştî, mijareka din a hevdîtinê bû.

 

K24

Top