Mehma Xelîl: Çekdarên DAIŞê yên ku destê wan di xwîna Êzdiyan de heye, nabe bi yasaya efûyê bên berdan
Roja 22.02.2025, parlamenterê Êzidî yê li lîsta Partiya Demokrata Kurdistan (PDK)ê Mehma Xelîl ragehand, ku ew dixwaze îtiraz li yasaya efûyê bike li dadgeha Federal û daxwaz bike, ku nabe bi yasaya efûya giştî ve, bi ti awayekî ew DAIŞiyên ku destên wan di xwîna pêkhateya Êzidî de heye, bên azad kirin û rizgar kirin.
Mehma Xelîl di civîneke rojanmevanî de li parêzgeha Duhokê aşkera kir, ku ew ê di du rojên pêş de îtîraza qanûna efûyê li dadgeha federal bike û got: “Em bi tundî lêborîna wan kesên ku destên wan bi xwîna civaka Êzidî û hemû Îraqiyên qurbaniyên DAIŞê sor bûne red dikin.”
Herwaha ragehand, karwanên malbatên rêxistina DAIŞê bi rêzlêgirtin, dest bi vegera bo kampa Cede li Nînewayê kirine, di dema ku xelkê Êzidî hêşta li kampên paraberan de ne û got: “Wezareta Koç û Koçberên Iraqê di wê kiryara jenosaydiyê de beşdare, ku heta niha jî berdewame.”
Mehma Xelîl bi tundî rexne li hikûmeta xwecihî ya Nînewayê kir, Ji ber ku bi awayekî guncaw bi meseleya jenosîda êzîdiyan re mijûl nebûne ku li gorî tiştên ku hatine serê wan.
Basnews
