Geştên esmanî yên di navbera Yewnanîstan û Herêma Kurdistanê dest pê kirin
Îro 23.02.2025ê yekem geştên esmanî yên di navbera Yewnanîstan û Herêma Kurdistanê de dest pê kirin û balefirek ji Atîna ve geheşt balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê û piştre jî balefirek bi 98 rêwiyan ve li Hewlêrê ve ber bi Atîna ve birêket.
Vê derbarê de Rêveberê Giştî yê Balefirgeha Navnetewî ya Hewlêêr Ehmed Hoşyar ragehand ku heftane 2 geştên esmanî di navbera Hewlêr û Atîna de dê pêkbên.
Li Herêma Kurdistanê geştên rasterast ji bo 21 welatan heye û Atîna paytexta herî nêzîk a welatekî Ewrupayê ye ji bo Herêma Kurdistanê û îro geştên rasterast di navbera Hewlêr û Atîna de dest pê kirin.
Basnews
