Serok Barzanî: Em bi hemû hêza xwe piştgiriya berxwedan, maf û daxwazên cotkarên Kurd dikin
Serok Barzanî li ser dîmenên îşkencedana cotkarekî kurd û nêzîkatiyên ne rewa ên rêgirtina li cotkarên kurd peyamek belav kir.
Di peyama Serok Barzanî de wiha hatiye gotin: Dîmenên îşkencedana cotkarekî kutd û nêzîkbûna ne dicîh de ya rêgirtina li cotkarên kurd ku biçine ser zevî û erdên xwe, dîmenên Enfal, kîmyabaran û qirkirina zarokên gelê me yên sedsala borî tîne bîra me. Ev reftareke şovenîstî û bêwijdanî ye û tawanek e li hember cotkarên bêguneh ên kurd li parêzgeha Kerkûkê ku tenê sûcê wan ewe ku kurdin û xwediyên resen yên erdên xwe ne.
Amaje bi wê jî daye: "Ez daxwaz li serokwezîrê Iraqa Federal birêz Mihemed Şîa Sûdanî dikim ku rê li dûbarebûna vê bêedaletiyê bigire û berpirsên vê tawanê bên girtin û li gorî yasayê ceza bike. Ez destxwaşiyê li Kurdên qehreman ên ku li hember vê zilm û zordarîyê li ber xwe dane, dikim û ji wan re dibêjim ku ew ne bi tenê û bê piştgirî ne û em bi hemû hêza xwe piştgirîya berxwedan û maf û daxwazên wan dikin."
