• Tuesday, 10 February 2026
logo

Bi piştevaniya Serokê Hikûmetê Festîvala Laleşê birêve çû

Gulan Media February 16, 2025 Nûçe
Bi piştevaniya Serokê Hikûmetê Festîvala Laleşê birêve çû

Berpirsê Desteya Bilind a Bingeha Laleşê ragehand, bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî festîvala Rewşenbîrî ya Laleşê bi gelek panel û çalakiyên cuda cuda yên çandî ve birêve çû.

Bi amadebûna Mîrê Êzdiyan Babe Şêx û Ji ofîsa Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, Dr. Karwan Mihemed Sabîr û hejmarek berpirsên saziyên hikûmetê û ji partî û kesayetiyan û xelkê deverên cuda yên Êzidiyan, Binkeyê Laleş a rewşenbîrî li Duhokê festîvala Rewşenbîrî ya Laleş 2025ê di bin dirûşmên ‘’Çanda me Reseniya me ye’’ birêve çû.

Serokê Desteya Bilind a Binkeya Laleşê Seîd Cirdo ragehand: ‘’Em serbilindin bi sazkirina vê festîvala giring a bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û armanc jî pêşandana çand û folklara resen a Êziditiyê ye.’’

Piştre tîma Şarya ya hunera mîlî, tabloyekî hunerî pêşkeş kir, di beşekî din a cuda ya festîvalê de li hember kar û bexşîşan, xelata salane ya festîvalê ji aliyê Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Beg û Serokê Binkeyê Laleş Seîd Cirdo ve ji Babe çawiş re hat bexş kirin.

Di beşekî din de gelek cureyên stran û şirovekirin li çanda Êzidiyan wek xizîmok û payîzok û xerîbî û stran û sirûdên berevanî û evînî, ji aliyê Îsmaîl Şêx Mîrzo, Merwan Dawûd û Nato Silo ve hatin gotin.

Di festîvalê de çend mûzîkjenên keç û kur ên Êzidlî bi gelek cureyên amûrên muzîkê awaz ên girêdayî çand û folklara Êzdiyan jenîn û lêdan.

Herwaha fîlmeke dokomanterî ya derbarê parastina çand û gund û devera Êzidiyan li derhênana mazin Îsyanî ve hatin pêşkeş kirin.

Armanca festîvala salane ya Rewşenbîrî ya Laleşê pêşandana çand û parastina folklora resen a Êzidîtiyê ye.

 

Basnews

Top