Keçeke din a Kurd a Êzidî ji bin destê DAIŞê hat rizgar kirin
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên Êzidî ragehand, piştî 11 salan keçeke din kurd a Êzidî ji bin destê terorîstên DAIŞê hat rizgarkirin.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên Êzidî Husên Qaîdî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî derbasbûna 11 salan bi serpereştiya ofîsa rizgarkirina revandiyên kurdên Êzidî, keçeke din a kurd a Êzidî ji bin zulma DAIŞê hat rizgar kirin.’’
Herwaha got, ew keç temenê wê 34 sale, ew dema ku di dest terorîstên DAIŞê de bûye gelek zulm dîtiye û naha ji bin destê wê rêxistina terorîst hat azad kirin.
Basnews
