David Lammy: Brîtanya li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê berdewam dibe
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 15ê Sibatê li bajarê Munchenê bi Wezîrê Derve yê Brîtanyayê David Lammy re civiya.
Di hevdîtinê de, behsa peywendiyên Brîtanyayê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û çawaniya bihêztirkirina hevkariyên di warê siyasî, ewlekarî û aborî de hate kirin.
Nêçîrvan Barzanî pêzanînên xwe ji bo berdewamiya piştevaniya Brîtanyayê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warê rûbirûbûna terorîstan û pêşxistina saziyên ewlehiyê de, nîşan da û tekezî li ser berdewamiya wê piştevaniyê ji bo dabînkirina aramiya navçeyê kir.
Ji aliyê xwe ve, David Lammy tekezî li ser pabendiya Brîtanyayê bo bihêzkirina pêwendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê kir û got: Brîtanya dê berdewam be li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê.” Herwiha tekezî li ser giringiya hevahengiya hevbeş li ser mijarên herêmî û çareserkirina pirsgirêkên ewlehî û aborî kir.
Her di vê hevdîtinê de, hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, pêkanîna hikûmeta bê ya Herêma Kurdistanê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên niha yên li navçeyê û çend mijarên din ên cihê giringiya hevbeş in, hatin gotûbêjkirin.
K24
