Bi piştevaniya Mesrûr Barzanî festîvala Laleşê birêve diçe
Biryare îro 15.02.2025ê bi piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve festîvala rewşenbîrî ya salane ya Laleşê li bajarê Duhokê birêve biçe.
Festîvala îsal di bin dirûşma ‘’Çanda me çavkaniya reseniya me ye’’ îro li salona konferansan a zanîngeha Duhokê birêve çû û biryare li festîvalê gelek çalakiyên çandî hemecûrî li xwe bigre.
Rêxistvanên festîvalê amaje bi wê yekê dikin ku festîvala îsal cudaye ji festîvalên din, di festîvala îsal de çend panelekî taybet û cuda li xwe digre û behsa çanda bavûbapîrên kurdên Êzdî dike ku çend zehmetî dîtine ku heta xwe gehandina roja me ya îro.
Kurdên Êzdî xwedî çandeke resen a dewlemendin û salane jî ew festîvala rewşenbîriyê ji bo pêşxistina tevgera rewşenbîrî û çandî birêve dibin.
Basnews
