Serok Barzanî pêşwazî li şandekî Parlamentoya Iraqê kir
Îro 13.02.2025ê li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeyekî Encûmena Nûnerên Iraqê kir, ku pêkhatibû ji endamên Lijneya Çavdêriya amadekirina stratejiya ewlehiya niştimanî ya Encûmena Nûnerên Iraqê ya bi serokatiya Parlamenterê Iraqê, Birêz Cewad Polanî.
Herwaha di hevdîtinê de şandeyê daxwaza nêrîn, pêşneyar û helsengandina Serok Barzanî ya li ser karûbarên lijneyê û stratejiya ewlehiya niştimanî kir.
Li beranber de Serok Barzanî destxweşî li erk û karê lijneya çavdêriya amadekirina stratejiya ewlehiya niştimanî ya Parlamentoya Iraqê kir, derbarê rewşa siyasî de jî berçavroniyekî pêwîst da û behsa wê yekê jî kir ku pêwîste saziyên dewletê di çarçoveya karkirina bi destûrê ve girêdayî pêbendî sê bingehên şirîkatî ango hevbeşî, hevsengî û lihevhatîbûnê bikin.
Basnews
