Wezareta Elektirîkê: Li Şêxanê dê santraleke 120 MW were danîn
Wezareta Elektirîkê aşkera kir, ku rizamendî li ser çêkirina santraleke 120 MW li qeza Şêxanê hatiye dayîn û herwaha radigehîne ku dive sîstema enerjiya rojê bo bîrên çandiniyê li sînorê wê qezayê bê dayîn.
Roja 11.02.2025, Wezareta Elektirîka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, ku wezîrê elektirîkê Kemal Mihemed Salih pêşwazî li qeymeqamê Şêxan Şêx Serdar Yehya Berzencî kir û di hevdîtinê de tekezî li ser cîbicîkirina pirojeyên elektirîkê li navçeya Şêxan kirin, bi taybetî danîna torên elektirîkê û ronahiyê.
Wezareta Elektrîkê da zanîn ku “Pêkanîna projeya danîna îstasyona 132 KV hatiye pejirandin û dê di demek nêzîk de kevirê bingehîn bê danîn.”
Di civînê de her wiha behsa danîna sîstemên enerjiya rojê ji bo bîrên çandiniyê yên navçeya Şêxan hat kirin, ku “zêdetirî 600 bîrên çandiniyê li herêmê hene û hejmara wan bi lez zêde dibe.”
Basnews
