• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şêrwan Dûberdanî: Ti posteke parêzgeha Nînowayê nayê dabeş kirin

Gulan Media February 12, 2025 Nûçe
Şêrwan Dûberdanî: Ti posteke parêzgeha Nînowayê nayê dabeş kirin

 Endamekî Encûmena Nunerên Iraqê li lijneya hemahengiya parêzgehan, amaje bi wê dike ku ew biryara hatiye dayîn ji bo pirkirina postên parêzgeha Nînowayê, destûrî nîne.

Li gor biryarekî, qaşo parêzgeha Nînowayê rezamendî daye û wajo kiriye li ser pirkirina 20 post li Nînowayê, ku beşeke wan pişka Partiya Demokratîk a Kurdistan’in û postên kurdanin ku divê ji aliyê kurdan ve çarenivîsa wan yekalî bibe nek ji aliyê Milîsan ve.

Di vê derbarê de Endamê parlamentoya Iraqê li lijneya hemahengiya parêzgehan Şêrwan Dûberdanî ji BasNewsê re ragehand: “Runiştina hejmar 14 a Encûmena Parêzgeha Nînowayê ne yasayîye, me wek Lijna Herêm û parêzgehan li Parlamentoya Iraqê, Encûmen agahdar kiriye, ku ew biryar neqanûniye, berê beşek ji fraksiyonên encûmena parêzgehê doz di wê derbarê de vekirine û ev biryar nayê cîbicîkirin, ji ber ku rêkarên wê neyasayîne.”

Herwaha got: “Ne yasayîya wê ewe ku divê di civîna encûmena parêzgehê sîviya wan kesan bê pêşkêş kirin, ku postan werdigrin û bi sê qonaxên yasayî de biçin, ew jî mijara destpakî û tawan û kontrolêye, evane jî nehatine kirin. Piştî ku ev tedbîr nehatin girtin, dema rûniştina encûmenê bi dawî bûye, bêy dengdan biryar hatiye dayîn ku ew post bê pirkirin.”

Hêjayî gotinê ye, pêştir li gor rêkeftineke binve binve di navbera YNKê de, milîs û erebên şovenîst li Nînowayê, beşeke berçav ji para kurdên wê parêzgehê, ji bo endamên YNKê hatibû dayîn, di demekê de ku ev yekeyên îdarî ji kurdan pêk tên û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) piraniya dengan bidest xist, ji ber wê jî çavdêr dibêjin ku li şûna vegerê bo nêrînên kurdî, şovenîzm nikare biryarê li ser navçeyên parêzgeha Nînewayê ku kurd in bide.

 

Basnews

Top