Berdevkê PDK’ê: Astengiya mûçe ji Hikûmeta Iraqê ye nek Hikûmeta Herêmê
Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed, di derbarê pirsgirêka mûçe û nerazîbûnên bi nav greva birçîbûnê de ragehand: Nerazîbûn û meş rê jêre hatiye dayîn, lê dem û sedem û arasteya wê cihê pirsiyaranin, ya ku kesên di grevê de daxwaz dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serokatiya Herêmê zûda ye ku li gel Bexdayê hewla çareseriya wê didin.
Herwaha dibêje, Astengiya herî mezin hikûmeta Iraqê ye, ku pirsgirêka mûçeyên mûçexwarên Herêma Kurdistanê çareser nekiriye û xelkê Kurdistanê jî ji ber wê yekê zerarê dibîne, lewma em di wê baweriyê de ne ku divê hikûmeta Iraqê were ser xetê û pirsgirêkan çareser bike.
Basnews
