Mesrûr Barzanî: Em hewldidin pirsgirêkên xwe yên siyasî li gel Hikûmeta Federal çareser bikin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Lutkeya Cîhanî ya Hikûmetan a li Dubayî beşdarî panelekî bû û di panelê de behsa astengan û jidestdana derfetan kir.
Îro 11.02.2025ê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di panelekî bi navnîşana ‘’Derbaskirina astengî û jidestdana derfetan’’ de beşdarî kir ku panel ji aliyê Cîgirê Wezîrê Karûbarên Civata Wezîran Ebdula Lutah ve dihate birêve birin.
Mesrûr Barzanî got, em hewldidin ku pirsgirêkên xwe yên siyasî li gel Hikûmeta Federal a Iraqê çareser bikin, di heman demê de li derfetên pêş xwe binêrin, ji nêzîk ve li gel sektora taybet kar bikin ji bo çaksaziyan li hikûmetê û projeyên hikûmî de berdewamiyê pê bidin ku di çarçoveya wê plana me ya heyî de ye. Ez dikarim bibêjim em serkeftîbûn bidestxistina piraniya wan armancên ku me danîbûn, lê bi piştrastî ve gelek maye heya ku em bigehînin armanc.
Serokê Hikûmetê diyar kir, divê em xwe ji bo rastgotinî û pêbendiyê teqez bikin, ev yek divê li gel her rêveberekî hebe. Divê em lê binêrin xelkê me piranî çi dixwaze û divê gel li navenda hemû karekî de be. Em dinêrin daxwazên xelkê çiye û çi dixwaze û çawa em bikarin bi awayê herî baş xizmetê bikin. Ji bo encamdana wê pêwîste hin tiştan em bikin, pêwîste danûstanê bikin, pêwîste ji bo wê em şer bikin di eniyên cuda cuda de, ku armancên me di berjewendiya xelkê de bin. Daxwaz gelek in û berdewam nifşên nû daxwazên wan zêdetirin, bi heman awayî nifşê berê jî ku bi awayekî cuda li jiyanê fêrbibûn divê pêwîstiya wan jî em tejî bikin. Ragirtina hevsengiyê zehmete lê ne tişteke ku bidest nayê û çênabe. Divê em li nifş û derfetan bikin ku cuda ne, herwaha li çîroka serkeftina welatan em fêrbibin. Ji bo mînak Îmarat yek ji wan welatane û hevkar bûye ji bo bidestxistina wan rêyên ku me dane berxwe.
Mesrûr Barzanî got, bi pitşrastî perwerde tişta serekî ye, em hewldidin ku bikarin wan saziyan ava bikin ku xwandin û perwerde di asteke navnetewî de bin. Bi serbilindiyeke mezin gelek zanîngehên taybet û giştî hene û gelek derçûyên wan ji bo sektora giştî kar dikin yan jî pêşxistina sermayedariya sektora taybet de kar dikin. ev alîkar bûye ji bo bidestanîna sermayeyê nû. Me gelek bername û program dane destpê kirin ji bo hikûmet bikare di vê navberê de deyn bide wan sermayeyane.
Herwaha got, hikûmet pêwîste hikûmetekî dabînker be, ne ku alîder be, ku xelk çawa jiyana xwe ber bi kîjan alî ve bibin. Hikûmet dikare alîkar be ji bo ku nifşê nû jiyana xwe bijî. Divê nifşê nû teşfîq bike. ez keyfxweşim ku me nifşeke nû yê gelek serkeftî û xwe ji bo wê yekê cudakirî heye.
Serokê Hikûmetê got: ‘’Em naxwazin ti aliyekî piştguh bikin, ji bo mînak karsaz an jî kompanya bin, em dixwazin derfeta wekheviyê ava bikin. Tişta girêdayî kompanyayên mezin, me gelek yasayên baş ji bo veberhênanê heye li Kurdistanê, ji bo mînak di aliyê bac û bidestanîna pêwîstiyan de ku sermayedariyê li Kurdistanê bikin. Bi piştrastî ev gelek alîkar bûye ji bo tekoşîna wan krîzên heyî bên derbas kirin. Mînak di dema Vîrusa Korona û krîza siyasî ya piştî birîna budceya Herêma Kurdistanê sektora taybet alîkar bû û karî aboriya me li ser lingan ragire. Li gel hemû astengan jî me karî geşe û pêşketineke zêdetir çêbikin.
Basnews
