Pisporekî avê: Metirsiyeke cidî li ser sektora çandiniyê û çavkaniyên avê li Iraqê heye
Bi kêmbûna barîna baranê re, metirsiyeke cidî li ser sektora çandiniyê û çavkaniyên avê yên Iraqê heye, eger tedbîrên lezgîn û bibandor neyên girtin, dibe karesat bibe.
Pisporê avê Ramazan Hemze ji medyaya xwecihî re got: “Kêmbûna baranê, rasterast bandorê li ser berhemên çandiniyê yên ku xwe dispêrin ava baranê, dike.
Ramazan Hemze got: “Guhertina keşûhewayê ji ber xirabî birêvebirina çavkaniyên avê, hişkesaliya zêde dike û dibe sedema lehiyan.”
Amaje bi wê jî kir: “Ji bo çareserkirina kirîza avê, divê gav ber bi çandiniya zîrek ve bên avêtin û xwe bispêrin teknîkên nûjen ên avdanê.”
Herwaha pisporê avê got: “Pêwîst e hevkariyên navdewletî bi welatên cîran re bi taybet Tirkiye, Îran û Sûriyê bê kirin, ji bo dabînkirina para dadwerane ya ava Dîcle û Firatê.”
Ramazan Hemze diyar kir: “Rûbirûbûna van kêşeyan, pêwîstiya wê bi stratejiyeke demdirêj a hikûmetê û hevkariya welatiyan heye, ji bo dabînkirina çavkaniyên avê yên domdar û parastina ewlekariya xwarinê ya Iraqê.”
Basnews
