• Tuesday, 10 February 2026
logo

Rêbîn Fetah: Daxwaz çend rewa bin dema bi rêyên xelet bên pêşkeş kirin bê encam dibin

Gulan Media February 10, 2025 Nûçe
Rêbîn Fetah: Daxwaz çend rewa bin dema bi rêyên xelet bên pêşkeş kirin bê encam dibin

Rojnamevanekî Hewlêrê hişyarî dide mûçexwarên xwedî maf û radigehîne ku çen daxwaz rewa jî bin, dema bi rêyên xelet bên pêşkeş kirin û ji aliyê partiyan ve bê suîstîmal kirin, encamên ne erênî bidest dikevin.

Zêdetirî 10 sale mûçexwarên Kurdistanê daxwaz mafên xwe yên hatine zewt kirin dikin, ku ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve hatiye ragirtin, çend heftiyeke milîsên terorîst ên Iraqê û partiyên dûvikê wan bi rêya kirêgirtiyên xwe ve siwarî wê pêla daxwazên xelkê bûne û hejmarek ji wan kirêgirtiyan xistine nav çadira grevê û dibêjin qaşo grevê dikin. herwaha bi rêya hejmarek kirêgirtiyên din ve, beşek ji mûçexwaran xapandine û dixwazin aloziyê li Herêma Kurdistanê ava bikin. Ji ber wê jî hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê rê li wan girt ku derbasî Hewlêrê nebin.

Vê derbarê de rojnamevan Rêbin Fetah di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Suîstîmal kirin û xirab bikaranîna daxwaz û nîgeraniyên xelkê ji aliyê herkes û aliyekî siyasî ve, ti cudayiya wê tine li gel rêgirî û binpêkirina gehandin û nîşandana daxwaz û nerazîbûnan, eger pir kuştîner nebe.’’

Herwaha got, di vê rewşa siyasî ya li Herêma Kurdistanê heye, xelk bi hemû çînên xwe ve pêwîstiya wan bi hişyarî û hestyariyeke zêde heye di alîdan û rêveberina daxwaz û nîgeraniyan. Daxwaz û nîgeranî çend rewa jî bin, dema bi rêyên xelet bên pêşkeş kirin, yan dê bê encam bimînin, yan jî dê encamên xirab û xirabtir bidest bên.’’

Rêbîn Fetah diyar kir: Her grubeke ku bixwaze daxwaz û nîgeraniyan pêşbixe, berî her pêngavekî divê bersiva wan pirsan bide; Çawa dikare çalakiyek encam bide bê ku aliyek ji wê sûd wergire û suîstîmal bike û aliyekî din jî li qadê rêgiriya wî bike?

Dawiyê de jî dibêje: Di rewşa ku mirov nikare li ser herdu egeran desthilat bibe, encamên erênî çênabin, heta dibe ne erênî û encamên xirab çêbin.

 

 

Basnews

Top