• Tuesday, 10 February 2026
logo

Niyaz Hacî: Hewcedariya Hewlêrê bi xwepêşanderên gerok nîne

Gulan Media February 10, 2025 Nûçe
Niyaz Hacî: Hewcedariya Hewlêrê bi xwepêşanderên gerok nîne

 Çalakvanekî siyasî yê Hewlêrê bi tundî rexne li hewldanên ji bo sedema aloziyê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir û got, pêwîstiya Hewlêrê bi xwepêşanderên gerok nîne.

Çalakvanê siyasî Niyaz Hacî, di hejmara xwe ya civakî ya Facebookê de belav kiriye: “Em li benda wê nînin ku ewên bin konên Silêmaniyê biçin li Bexdayê xwepêşandan bikin û li wir kon hildin bo daxwazkirina mûçe, belkû tenê di bin konên Silêmaniyê ve wê daxwazê bikin bese. Bibînin ew bi awayekî hatine şikestin di bin konên Silêmaniyê ve jî newêrin behsa Xez Elî û Kîlabiyan bikin ku bi salane mûçe wek karta siyasî bikar tînin.”

Herwaha dibêje, “Eger ew kesên ku di bin konên Silêmaniyê de ne, rast dibêjin û nayên xapandin, bila werin Hewlêrê û ne konekî, belkû hezar çadir vekin û xelkê Hewlêrê jî li gel wan bin, bi mercê ku hûn daxwaza mûçeyan ji wan cih û aliyên ku naşînin û weke karteke fişarê ji bo şikandina rûmet û îradeya Herêma Kurdistanê bi kar bînin, îsbat bikin ku hûn zarokên Rayan  û Kilabî û Xez Elî nînin!”

Tekez jî kir, êdî xelik nayê xapandin û kes bi dahula Kîlabî û Xez Elî xwe hilnavêjin, bi sedan hezar mamosta û fermanber û mûçexwar, tenê çend sed kes, neviyên Kilabî û Xez Elî, bi kêfa xwe direqisin û dîmenên îro jî baştirîn belge bûn.”

Di dawî de got, “Heqe spasiya karmendên xala kontrolê ya Dêgele bê kirin ku tevî provakasyonên zêde, nehîştin ku têjkên Xez Elî û Kîlabî derbas bibin ku dixwastin Hewlêrê jî wek Silêmaniyê bikin bajareke bê xwedan û aramiya wê têk bibin.”

 

 

Basnews

Top