• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Çînê erd şimitî û hezaz pêkhat: 10 mal di bin hezazê de man, 30 kes winda ye

Gulan Media February 9, 2025 Nûçe
Li Çînê erd şimitî û hezaz pêkhat: 10 mal di bin hezazê de man, 30 kes winda ye

Li eyaleta Sichuan a Çînê erd şimitî û hezaz pêkhat û di encamê de 10 mal di bin hezazê de man û 30 kes jî winda ne.

Hat ragehandin gelek tîmên rizgarkirinê ji herêmê re hatine şandin û 2 kes hatine rizgarkirin û derdora 200 kesan jî ji herêmê hatin derxistin û ji cîhên bi ewle re hatine veguhestin.

Serokê Dewleta Çînê Xi Jinping ferman da rayedaran ku ji bo windayiyên canî daxin asta herî kêm û ji bo wê her cure hewldanekî bidin.

Wezareta Rêveberiya Rewşên Awarte ya Çînê jî ragehand, bi sedan karmend ji bo xwe bigehînin kesên winda xebatên xwe berdewam dikin.

 

Basnews

Top