• Tuesday, 10 February 2026
logo

Hevdîtina Serokê Hikûmetê û Serokê Hevpeymaniya Siyade de behsa çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstanê hate kirin

Gulan Media February 9, 2025 Nûçe
Hevdîtina Serokê Hikûmetê û Serokê Hevpeymaniya Siyade de behsa çareserkirina pirsgirêkan bi rêya danûstanê hate kirin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Sibatê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Siyada Xemîs Xancar kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser mijarên heyî, rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de hatin kirin.

Herwiha di civînê de, her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyan û parastina ewlehî û aramiya Iraqê kirin.

 

Basnews

Top