Şerê di navbera HSDê û grubên çekdar ên nêzîk Tirkiyê berdewame
Çekdarên nêzîk Tirkiyê çend gundekî derdora Hesekê bombebaran kirin û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD)ê jî binkeyekî wan çekdaran kir armanca êrîşê.
Îro 09.02.2025ê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan daxuyaniyekî de ragehand, hêzên Tirkiyê gundên Umkeyf û Telcuma û Mehetet Ebqaryan ên li derdora Hesekê bombebaran kir û ziyanên madî yên zêde derketiye holê.
Herwaha amaje bi wê yekê hat kirin ku hêzên HSDê bersiva êrîşên Tirkiyê daye û bi mûşek binkeyê Menax ku hêzên Tirkiyê têde ye bombebaran kir û di dema bombebaranê de dengê teqînan hatiye bîhistin, lê hîn ziyanên canî yên çekdarên ser bi Tirkiyê ji ber bombebaranên HSDê nayên zanîn.
Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed, li çend eniyekî Sûriyê di navber HSD û grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê berdewame.
Basnews
