• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Diyarbekirê mitîngek ji bo piştevaniya proseya nû ya aştiyê tê lidarxistin

Gulan Media February 8, 2025 Nûçe
Li Diyarbekirê mitîngek ji bo piştevaniya proseya nû ya aştiyê tê lidarxistin

Li Diyarbekirê îro mitîngek bi durşma “Ji bo aştiyê azadî” ji bo çareseriya pirsa Kurd û piştevaniya proseya nû ya aştiyê, tê lidarxistin.

Bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro 8’ê Sibatê li Qada Stasyonê ya navçeya Rezan a Amedê bi durşma “Ji bo aştiyê azadî” mitîng tê lidarxistin. 

Peyamnêrê K24 li Diyarbekirê da zanîn, Mitîng dê ji bo vegotina hewldanên çareseriya pirsgirêka Kurd ên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û civakîkirina çareseriyê, bê lidarxistin.

Da zanîn jî, Hevserokê Dem Partiyê Tunçer Bakrhan, parlamenter, siyasetmedar, endam û alîgirên DEM Partî û DBP di mîtîngekê de beşdar dibin.

Ameje bi wê jî kir, tê çaverêkirin bi dehhezaran kes beşdarî mîtîngê bibin, lê şanda Îmraliyê ku du caran bi rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, beşdar nabin.

 

Rudaw

Top