Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Xizmetkirina sektora tendirustiyê erkekî pêşîne ye
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Sibatê ragihand, wan îro pêşangeha Medico li Hewlêrê vekir ku mezintirîn pêşangeha navdewletî ya tenedirustiyê li Iraq û Kurdistanê ye û zêdetirî 150 kompanya tê de beşdar bûne.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê vekirina pêşangeha Medico de li hejmara xwe ya tora civakî “X” nivîsî: “Xizmetkirina sektora tenduristiyê, erkekî pêşîne ye û hevkariya di navbera sektorên taybet û giştî de, dê derfetên xizmetguzariyê ji welatiyan re veke.”
K24
