• Tuesday, 10 February 2026
logo

Steinmeier: Pêwîst e rêveberiya nû ya Sûriyê hemû aliyan li xwe bigire

Gulan Media February 6, 2025 Nûçe
Steinmeier: Pêwîst e rêveberiya nû ya Sûriyê hemû aliyan li xwe bigire

 Serokê Almanyayê li Enqereyê ragihand, ew dixwazin li navçeyê û taybet li Sûriyê aştiyeke hertimî hebe û ji bo vê pêwîst e rêveberiya nû ya Sûriyê hemû aliyan li xwe bigire.

Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier serdana Tirkiyeyê kir û ji hêla Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hate pêşwazîkirin. 

Piştî civîna du alî her du serokomar civîneke hevbeş ya rojnamevaniyê encamdan. Serokomarê Tirkiyê got, rewşa Sûriye û Xezze di serî de hemû mijarên girîng gotûbêj kirine. 

Ji aliyê xwe ve, Serokê Almanyayê got: “Li rojhilata Navîn û navçeyê liv û tevgerên mezin hene. Li Sûriyê rejîma Esed nema û destpekeka nû heye. Nêrîna Almanya û Tirkiyeyê li ser piraniya pêşhatan cuda ye. Lê berjewenediyeke me ya hevbeş heye, ew jî li navçeyê pêkhatina aştiyê ye.”

Derbarê rewşa Sûriyê de jî Steinmeier got: “Me di hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê bi awayeke berfireh gotûbêj kir. Li Sûriyê proseyek ku hemû aliyan li xwe bigire pir giring e. Her wiha hemahengiya li gel hemû akterên navdewletî jî giring e. Ji bo aramiya Sûriyeyê divê hemû pêkhateyên neteweyî di proseyê de cih bigirin. Ev yek dê bibe bingeha vegera penaberan jî.”

 

Basnews

Top