• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li ser spardeya Mesrûr Barzanî fermangeha teknolojiya zanyarî ya sîstema dîjîtalî ya rêveberina mûçe radigehîne

Gulan Media February 4, 2025 Nûçe
Li ser spardeya Mesrûr Barzanî fermangeha teknolojiya zanyarî ya sîstema dîjîtalî ya rêveberina mûçe radigehîne

Li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermangeha teknolojiya zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sîstema dîjîtalî ya rêveberiya mûçe bi piştevaniya nasîna dîjîtal ve radigehîne.

Li ser spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî fermangeha teknolojiya zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, berhemanîn û berdestxistina sîstema dîjîtal a rêveberiya mûçe, ku pişt girêdaye bi pênasî ya dîjîtal radigehîne. Ev pêngav jî gelek giringe ji bo damezrandina proseyekî serdemî ya ji bo rêxistina lîste û karûbarên mûçe li saziyên hikûmetê.

Armanca vê sîstemê rêxistina proseya amadekirina lîsteyên mûçeye bi awayekî seranserî li sektora giştî de, ji aliyê çalakbûn û hûrgilî ve û ev yek dibe sedemê bihêzkirina temamê proseya rêveberiya mûçe li hemû saziyên hikûmetê.

Derbarê giringiya vê destpêşxeriya stratejîk de Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku; ‘’Ragehandina sîstema dîjîtal a rêveberina mûçe, werçerxaneke giringe ji bo Herêma Kurdistanê. Bi pişt girêdana pênasa dîjîtalî ve dikarin bingehekî bihêz amade bikin ji bo wê sektora giştî çalaktir, ronîtir û parastîtir be.’’

 

Basnews

Top