• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mezlûm Ebdî: Em teqînên li Minbicê şermezar dikin

Gulan Media February 4, 2025 Nûçe
Mezlûm Ebdî: Em teqînên li Minbicê şermezar dikin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Em teqînên ku bajarê Minbicê dikin hedef bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo gelê Minbicê diyar dikin.”

Doh li ser rêya sereke ya bajarê Minbicê otomobîleke bombebarkirî teqiya.

Li gorî Saziya Parastina Sivîlan a Sûriyeyê, di teqînê de 15 kes mirin û 15 jin jî birîndar bûn.

“Divê sûcdar werin cezakirin”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya hesabê xwe yê Xê ev êriş şermezar kir û got:

“Em teqînên ku bajarê Minbicê dikin hedef bi tundî şermezar dikin û piştgiriya xwe ji bo gelê Minbicê diyar dikin.

Ev kiryarên tawanê gefê li yekîtiya hevgirtina neteweyî dikin û divê sûcdar werin cezakirin.

Em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin û ji bo birîndaran jî şifaya zû dixwazin.”

 

Rudaw

Top