Di dozên erdhejên Mereşê de 130 kes hatine cezakirin
Di dozên erdhejên Mereşê de heta niha 130 kes hatine cezakirin
Li gel derbasbûna 2 salan di ser erdhejên Mereşê yên 6ê Sibata 2023yan re dozên derbarê kesên berpirsiyartiya wan hebûye de berdewam in.
Li gorî amarên Wezareta Dadê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbarê erdhejên 6ê Sibatê, bi giştî 2 hezar û 31 lêpîrsîn hatine vekirin û derbarê 1397 lêpirsînan de îdianame hatine amadekirin.
Her wiha di 51 dosyeyan de jî amadekirina îdianameyan berdewam e.
Di van dosyeyan de 77 kes hene û tenê ji wan 3 kes girtî ne.
Heta niha derbarê 75 dosyeyan de biryar hatiye dayîn û 130 kes bi cezayê girtîgehê hatine cezakirin.
Lê 1271 doz berdewam in û di van dozan de 1327 kes tên darizandin û ji wan 134 kes girtî ne.
Rudaw
