• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dolar gihîşt nêzikî 36 lîreyan

Gulan Media February 3, 2025 Nûçe
Dolar gihîşt nêzikî 36 lîreyan

 Dolarê Amerîkî li hemberî lîreyê Tirkî gihişt nêzikî 36 lîreyan.

Lîreyê Tirkî li beramberî diravên biyanî roj bi roj bêqîmettir dibe.

Îro bi vebûna borse û bazarên Tirkiyeyê re lîreyê Tirkî li hemberî diravên biyanî careke din bihayê xwe ji dest da.

Li bazarê her dolarekî Amerîkî gihişt 35,93 lîreyan. Euro jî bi 36,84 lîreyên Tirkî ye.

Roja înê dolarekî Amerîkî bi 35,84 û euro jî bi 36,75 lîreyan dihat firotin.

Banka Navendî ya Tirkiyeyê 23yê Çiriya Paşîn a 2025an rêjeya faîzê ji sedî 47,5an daxistibû ji sedî 45an.

 

Rudaw

Top