Bi amadebûna Mesrûr Barzanî merasîma salvegera şehîdên 1ê Sibatê birêve çû
Îro 01.02.2025ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîmeke taybet a salvegera şehîdên 1ê Sibatê li Parka Şehîd Samî Ebdurehman a li bajarê Hewlêrê birêve çû.
Di 21emîn salvegera komkujiya 1ê Sibatê de, bi amadebûna malbat û kesûkarên şehîdên teqînên terorîstî yên 1ê Sibat a 2004ê û herwaha bi amadebûna aliyên siyasî yên Kurdistanê, konsul û dîplomatên welatan ve Serokê Hikûmetê tacegul li pêş bîrdariya şehîdan danî.
Roja 1ê Sibata 2004ê ku heman roj bû li gel yekem roja Cejna Qurbanê, li herdu binkeyên baskê 2 ya PDKê û malbenda 3 ya YNKê yên li bajarê Hewlêrê, di encama du teqînên terorîstî de zêdetir ji 100 kesan şehîd bûn û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Basnews
