• Tuesday, 10 February 2026
logo

Dadgeha Pêdaçûnê ya Iraqê: Girêbesta Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi kompaniyan re qanûnî ne

Gulan Media January 31, 2025 Nûçe
Dadgeha Pêdaçûnê ya Iraqê: Girêbesta Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bi kompaniyan re qanûnî ne

Îşev 30.01.2025, Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikîmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye: “Piştî çendîn runiştinên dadgeh û îtirazên wezareta Çavkaniyên Xwezayî li biryarên dadgeha Kerx, ku piştî biryarên dadgeha bilind a Federalî ya Iraqê dijî yasaya petrol û gaza Kurdistanê derketibû, dadgeha Kerxê piştî demeke dirêj dadgehê biryar da ku biryarên xwe yên berê yên ji bo Wezareta Çavkaniyên Xwezayî betal bike.”

Herwaha amaje bi wê jî daye: “Tevî ku Wezareta Petrola Iraqa Federal careke din îtîraz li wan biryaran kir, lê Dadgeha Pêdaçûnê ya Iraqê biryarên dadgeha temyîzê ya Kerx pesend kir û bi awayekî yasayî diyar kir ku girêbestên di navbera Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û kompaniyên petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê de derbasdar in.”

 

 

Rudaw

Top