• Tuesday, 10 February 2026
logo

Şîrovekar: Siyaseta Tirkiyeyê xizmeta aşitiyê nake

Gulan Media January 31, 2025 Nûçe
Şîrovekar: Siyaseta Tirkiyeyê xizmeta aşitiyê nake

Hikûmeta Tirkiyeyê ji alîkî ve pêvajoya aşitiyê bi Rêberê PKKyê yê zindanîkirî Abdullah Ocalan bi rê ve dibe, ji alîkî din ve jî berdewam qeyyûm bi ser şaredariyên DEM-Partiyê erkdar dike û siyasetmedarên wê zindanî dike. Li gor hin şîrovekarên siyasî yên Tirkiyeyê, dewleta Tirkiyeyê bi vê siyaseta xwe zorê dide PKKyê ku vegere ser maseya aşitiyê û piştî ku PKK dest ji çekan berda dê gavên demokratîk bavêje. Lê li gor hin şîrovekaran jî ev siyaset xizmeta aşitiyê nake.

Dewleta Tirkiyeyê ji alîkî ve digel Rêberê PKKyê yê zindanîkirî Abdullah Ocalanî bi armanca bêçekkirina PKKyê pêvajoya aşitiyê bi rê ve dibe, lê ji alîkî din ve jî qeyyûm bi ser şaredariyên DEM-Partiyê datîne û siyasetmedar û rojnamegerên nêzikê wê partiyê zindanî dike. Ev siyaseta dualî pirs û gumananên li ser pêvajoyê jî zêde dike. Lê kesayetekî diyar ê Tirkiyeyê ji çarenûsa pêvajoyê geşbîn e û li gor wî deshilata Tirkiyeyê bi fişarên xwe yên vê dawiyê, gefeka nehênî li DEM-Partiyê û PKKyê dixwe, zorê bi wan dike ku pabendê pêvajoyê be.

Zanayê siyasetê Dr. Ufuk Uras ji K24ê re got: “Gelek welat jî henin ku aşitiya xwe ne li ser zemîneka demokratîk çêkirine. Ya ku ez ji pêvajoya aşitiya Tirkiyeyê têdigihim ew e ku, dê pêşiyê çarçoveya aşitiyê were diyarkirin, gavên demokratîk dê paşê werin avêtin. Ji ber ku ev pêvajo tenê bêçekkirina PKKyê lixwe nagre, guhertina PKKyê li xwe digre. Ji PKKyê te xwestin ku bila çekan deyne û berê xwe bide siyaseta sivîl. Piştî ku Ocalan banga çekdanînê li PKKyê kir, dê çarçoveya demokratîk a pêvajoyê jî zelal bibe.”

Lê kesên ku serkeftina pêvajoyê zehmet dibînin jî hene û li gor wan danîna qeyyûman û girtina siyasetmedaran pêwendiya xwe bi nakokiya hikûmetê û aqlê dewletê ya li ser pêvajoyê heye. Zanayekî siyasetê dibêje, di pêvajoya yekem de hikûmeta Tirkiyeyê dilxwazê pêvajoyê bû lê aqlê dewleta Tirkiyeyê dij bû. Ev rol niha berevajî bûye.

Zanayê siyasetê Ekrem Malbat dibêje: “Pêvajoya Kurdên Sûriyeyê gihiştine, ji bo dewleta Tirkiyeyê bûye wekî meseleyekî nexşeyê, bû wek meseleyekî deshilatekî nû ya Kurdan. Ji ber vê yekê dewlet dixwaze vê meseleyê beriya ku ji bin hêza wî derkeve, kontrol bike. Lê diyar e ku aliyên dewleta Tirkiyeyê li ser pêvajoyê nakok in. Hikûmeta Tirkiyeyê naxwaze pêvajo hebe.”

Duyem pêvajoya aşitiyê piştî banga Dewlet Bahçelî ya di 22ê Çiriya Pêşînê de destpêkiribû. Ji wê rojê heta niha qeyyûm bi ser heft şaredariyên DEM-Partiyê hate danîn û hejmareke zêde siyasetmedarên wê jî hatin girtin. Ev siyaset pirsek dike bingeha pêvajoyê. Gelo beriya aşitiyê demokrasî an beriya demokrasiye aşitî?

 

K24

Top