Bi fermana Mesrûr Barzanî li gundê Reşkîn parkeke mezin tê çêkirin
Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li cihekî gundê Reşkîn bi bihayê 15 mîlyar dînar û li ser rûberûya nêzîkî 120 hezar metir ducar, parkeke herîmezin tê çêkirin.
Îro 30.01.2025, Parêzgeha Hewlêrê ragehand: “Li ser ferman û spardeya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û li ser bûdceya Ofîsa wî, bi bihayê 15 mîlyar dînar li ser rûberûya nêzîkî 120 hezar metire, parka Reşkîn li bajarê Hewêrê tê çêkirin.”
Herwaha amaje bi wê jî daye, ku parka Reşkîn ji van beşên xwarê hatine nivîsandin pêk tên:
1 - Dirêjahiya projeyê hezar û 600 metre ye.
2 – Çêkirina garaca otomobîlan.
3 – çêkirin 2 kafeteryayên modern.
4 – çêkirina rêya meş û revê û bîsîkletê.
5 – Çêkirina du bîrên avê bi kapasîteya 300 metrekup.
6 – Çêkirina bîrên avê bi kûrahiya 500 metre.
7 – Xebata sîstema elektrîk û ronahiyê ya pirojeyê.
8 – Keskîn û çandina hezar dar û giyayên herdemî û bi deh hezaran kulîlk.
Basnews
