Erdhejek Rojhilat û Başûrê Kurdistanê hejand
Navenda erdhejê bajarê Qesrê Şîrên li Rojhilatê bûye.
Îro duşem danê sibê erdhejek bi tundiya 5.1 pile li ser pîvana rîşter, navenda bajarê Qesrê Şîrîn li Rojhilatê Kurdistanê hejand û li Başûrê Kurdistanê bajarê Kerlar û devera Gerimiyanê jî hejand.
Erdhej di 8km kûrahiya bin erdê de çê bûye û gelek bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî pê hesiyane û heta niha derbarê zirarên erdhejê de ti daxuyanî nehatine dayîn.
