• Tuesday, 10 February 2026
logo

Li Sûriyê şerê tayfeyî destpê dike û grubên çekdar li gundekî 13 kes gulebaran kirin

Gulan Media January 26, 2025 Nûçe
Li Sûriyê şerê tayfeyî destpê dike û grubên çekdar li gundekî 13 kes gulebaran kirin

 Piştî hilweşîna rejîma Beşar Esed li Sûriyê şerê tayfeyî li wî welatî destpê kir û vê carê jî grubên çekdar 13 kes li gundekî gulebaran kirin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragehand, hejmarek çekdaran bi cilûbergên leşkerî ve avêtin ser gundê Fahil ê li gundûwarên Humsê û 13 kesên sivîl gulebaran kirin û 53 kesên din jî li wî gundî revandin û heta naha çarenivîsa wan nediyare.

Herwaha li gor heman çavkaniyê, ji destpêka îsal ve ji ber şerê tayfeyî bi dehan kes li çend navçeyên cuda cuda yên Sûriyê hatine kuştin.

 

Basnews

Top