• Tuesday, 10 February 2026
logo

Ewrûpa berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Rojavayê

Gulan Media January 26, 2025 Nûçe
Ewrûpa berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Rojavayê

Du şandên Frensî û Îtalî serdana Rojavayê kirine.

Li gor çapemeniya nêzî HSD serdanên şandên welatên Ewrûpî bo rojavayê Kurdistanê berdewame û di vê çarçoveyê de duhê du şandin Frensî û Îtalî serdana Rojavayê kirine û li gel rayedarên leşkerî û siyasî yên Rojavayê civiyane.

Di civînan de giftûgo li ser rewşa giştî ya Sûriye û Rojavayê û êrîşên Tirkiye û komên cîhadî yên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê hatiye kirin.

Her di wan civîn û hevdîtinan de şandên Frensî û Îtalî tekez li ser berdewamiya piştîvaniyên welatên xwe yên bo Rojavayê kirine.

 

Top