• Tuesday, 10 February 2026
logo

Efrîn - Xirîstiyanan piştî 7 salan jidayîkbûna Îsa Mesîh li dêrê pîroz kir

Gulan Media December 29, 2024 Nûçe
Efrîn - Xirîstiyanan piştî 7 salan jidayîkbûna Îsa Mesîh li dêrê pîroz kir

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê piştî dagirkirinê cara yekem Dêra Minare ya Încîliyê hate vekirin

Bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên nêzikî wê ve hatibû dagirkirin.

Piştî dagirkirinê bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Piştî 7 salan cara yekem Xirîstiyanên Efrînê deriyê Dêra Minare ya Încîlî ya wî bajarî vekirin û cejna Christmasê pîroz kir.

Xirîstiyanên Efrînê dua û îbadetên xwe bi Kurdî kirin.

"Xwedê nîmetek da me ku piştî 7 salan em li bajarê xwe navê Xwedê bilind bikin"

Keşeyê Dêra Minare ya Încîliyê ya Efrînê Şêro Şera piştî dîsa vekirina dêrê kêfxweşiya xwe anî ziman û got "Xwedê nîmetek da me ku piştî 7 salan em li bajarê xwe navê Xwedê bilind bikin."

Piştî ku bajarê Efrînê hat dagirkirin, ev dêr hat daxistin û êdî cihekî ku Xirîstiyan lê îbadetê bikin tinebû.

Lê niha deriyê vê perestgehê dîsa hatiye vekirin û bawermendan jidayîkbûna Îsa Mesîh pîroz kir.

Li bajarê Efrînê Xirîstiyan, Misilman û Êzidî hemû bi hev re di nava aramiyê de dijiyan.

Lê piştî 2018an ji ber guvaşên li ser baweriyên ji bilî misilmaniyê piraniya Êzidî û Xirîstiyanan warê xwe Efrîn bi cî hişt û niha hejmareke gelekî kêm Xiristiyan li wî bajarî maye.

 

Rudaw

Top