• Monday, 05 October 2026
logo

Mamoste Mela Reşîd Şerîf Pêncwênî Endamê Lîjneya Fetwayê ya Silêmaniyê ji bo Gulanê: Melayê Kurd guh nedaye sînorên çêkirî, her çar perçeyên Kurdistanê li cem wan yek mal bûye

Gulan Media October 5, 2026 Dîmane
Mamoste Mela Reşîd Şerîf Pêncwênî Endamê Lîjneya Fetwayê ya Silêmaniyê ji bo Gulanê: Melayê Kurd guh nedaye sînorên çêkirî, her çar perçeyên Kurdistanê li cem wan yek mal bûye

 

Mamoste Mela Reşîd Şerîf Pêncwênî, endamê Lîjneya Fetwayê ya Silêmaniyê,
kesayetiyekî diyar ê Kurdistanê ye û di belavkirina zanistên şerîetê, dersgotin
û pêgihandina feqî û melayên Kurd de xizmeteke berçav kiriye. Mamoste temenê xwe
di ber belavkirina peyama dindarî û welatparêziyê de derbas kiriye, hevdem
roleke wî ya berçav di derxistin û pêşxistina fetwayan û dûrketina ji dejwarî û
tundûtûjiyê de heye ku li vir û wir bi navê olê têne encamdan. Kovara Gulanê di
çarçoveya serîlêdana zana û mamosteyên ola pîroz a Îslamê û rola wan di şoreş û
pêgihandina kesên welatparêz û dilsoz de, ev hevpeyvîn bi wî re pêk anî.

• Hezkirina xelkê ji bo melayê Kurd dîrokeke kevnar heye û ola Îslamê jî ji bo
xêr û hezkirina mirovahiyê hatiye xwarê. Gelo heta çi astê mamosteyên ola Îslamê
li Kurdistanê pêbendî vê peyamê bûne?

- Ola pîroz a Îslamê oleke kamil û temam e, hemû aliyên jiyanê li ber çav
girtiye û ti valahiyek nehiştiye daku bibe pirsgirêk ji bo takekes û civakê,
heta ev ol rastî ti tehrîf û desttêwerdanekê nebûye. Ola ku li cem Xwedê
hatiye qebûlkirin Îslam e «Înned-dîne înde'llahîl Îslam», her wekî Xwedayê
mezin difermo: «El-yewme ekmeltu lekum dînekum we etmemtu aleykum nî'metî we
redîtu lekumul-îslame dînen». Naxwe divê mirov di vê ola kamil de xwedî çi
pêgeheke girîng û bilind be û çi maf û erkek jê re hatibe diyarkirin?
Bêguman mirov rêzdarîn afirandiyê Xwedê ye, wek ku bi xwe difermo: «We leqad
kerremna benî Adem», di heman demê de Xwedayê karsaz ew kiriye cîgirê xwe:
«We îz qale rabbuke lîl-melaîketî înnî caîlun fîl erdi xelîfe». Naxwe ev
mirovê rêzlêgirtî û cîgirê Xwedê, ji bo pêşveçûna civaka mirovahiyê û
pêşkêşkirina xizmetguzariyê ji bo tevahiya mirovahiyê erkekî girîng li ser
milê wî ye. Parastina mafên xelkê bê cudahî beşek e ji îbadetê û dê li cem
Xwedê xelateke (padaj) wê ya mezin hebe. Takekesê misilman bi şopandina şopa
Pêxember (silavên Xwedê lê bin), wate û erka xizmetkirina civakê û parastina
mafên xelkê fêm dike, çimkî Pêxember (s.x.l) dema koçî Medîneyê kir destûrek
nivîsî, ew destûra ku beşa herî zêde ya xalên wê li ser cudahînekirin û
parastina berjewendiya hemû rûniştvanên Medîneyê bû. Di demekê de ku cihû,
bêbawer û durû jî tê de bûn. Ev pêngava Hezretî Pêxember (s.x.l)
perwerdekirina ummeta wî ye di xizmetkirina civakê de bi her awayê ku ji
dest bê, çi di warê avedankirin, perwerde, pêgihandin, tenduristî û... hwd,
heta çandina şitilekê di demekê de ku tu piştrast bî dinya di dawiya xwe de
ye, tu wê şitilê biçînî û ji xizmetê sar nebî.

• Gelo hesta welatparêzî û xizmetkirina neteweyê li cem mamosteyên olî li
Kurdistanê pêwîstiyeke dîrokî bûye, yan ji olê serçavî girtiye?

- Di erka pîroz a zanayên olî de ji bilî xizmet û rênîşandana xelkê ji bo
qencî û berpakirina aştiyê, tiştekî din nayê dîtin. Dîroka bi sedan salan a
zanayên Kurdistanê ew rastî selmandiye ku zana bûn hevênê herî mezin ê
xizmetkirina ax û xelkê Kurdistanê û cîhanê. Zanayên Kurd ji bilî ku bi xwe
dînamoya şoreş û berxwedanê bûn, karîbûn çek û pênûs, mîhrab û çeper, xutbe
û fîşek bikin cêwiyeke ji hev veneqetandî. Ez bi xwe di Şoreşa Îlonê de li
gundekî min dixwend û ez feqî bûm. Kadroyekî Partiyê hate gund û xelk kom
kir, gotinên wî gelek bandordar bûn û got: Heke tu nikarî bibî pêşmerge tu
dikarî bi pereyan alîkariya şoreşê bikî. Em dikarin bi pereyê te fîşek ji bo
pêşmergeyan dabîn bikin, ku ax û şerefa me biparêzin. Di wê demê de tenê 100
filsên min hebûn, min da kadroyê Partiyê ku belkî fîşekekê pê bikirin ji bo
pêşmergeyan. Naxwe ruhê berevaniyê ji helwesta zana û peyamên wan derketiye.
Ew canbazî û fedakariya ku dijminê Kurd rûreş û têk bir, ew xutbeyên
bandordar ên mela û zanayên olî bûn ku di rojên înê û boneyên olî û civakî
de dikirin hevênê hişyarkirina komelên xelkê û pişta xwe bi deqên Quran û
Sunnetê ve girêdidin û ruhê xwebexşîn û berxwedana ji bo niştimanê me
dikirin wacib.

• Mamosteyê olî çawa kariye bibe rêgir li ber zulm û wê stema ku li dijî
neteweya Kurd hatiye kirin?

- Qedera Kurd wisa bûye, her tim stem lê hatiye kirin (mezlûm bûye), lewma îro
jî di vê azadiya xwe de tekane gel e ku ji êşa bindestan û mezlûman fêm
dike. Nabe di civaka mirovahiyê de stemkarî hebe, çimkî jiyan û ol têk diçin
û mirovahî û azadî dikevin jêr pirsyarê. Çîna herî bandordar ku xelk ji
stemê agahdar kiriye melayê Kurd bûye, çimkî Îslam bi xwe ji bo ji kokê ve
derxistina stem û stemkaran hatiye. Di her serdemekê de ku stemkaran stem li
Kurdan kiribe, gundên wan şewitandibin, pez û malên wan talan kiribin,
melayê Kurd jîrane, wêrekane û mêrane rabûne û pişta xwe bi ayetên Quranê û
hedîsên Pêxember ve girêdane û ew kar şermezar kirine.

• Tê gotin ku hucreyan yekemîn dibistanên ramana neteweyî û parastina zimanê
Kurdî bûn, hûn rol û girîngiya hucreyan çawa dinirxînin?

- Hucreyên Kurdistanê di dîroka xwe ya zêdetirî hezar salî de çavkaniya zanist
û marîfeta gelê Kurd bûn, hemû zanistên eqlî û neqlî gotûbêj kirine,
zanistek nebûye ku ew pê nehesiyabin û berhem tê de nenivîsîbin û şirove û
perawêz li ser nenivîsîbin. Heke em dîroka zanist û zanyariya gelê Kurd
bixwînin, hucreya feqiyan û dersên zanayên Kurd şahidê wê rastiyê ne ku ji
van çar dîwaran çi zanko û zanîngeheke tijî hîkmet û marîfet damezrandin,
heta melayên mezin ên Kurd karîbûn sînorên welatê xwe derbas bikin û li
welatên wekî Misir, Şam, Hîcaz û Başûrê Afrîkayê di heman demê de bibin
bangxwaz, xetîb, mamoste, pêşnivêj û gotarbêjên her du heremên pîroz ên
Mekke û Medîneyê, serdemekê bi xwe şêxên qiraet û hedîsê bûn û xwediyê
kursiya mezheba Pêşewa Şafiî bûn. Ji van hucreyan dersên berevaniya li ax û
welatparêzî û canfedayiyê pêşkêşî roleyên vî niştimanê birîndar hatin kirin,
helbesta berxwedanê û serînetewandinê ji pencereyên hucreyên Kurdistanê ve
pêşkêşî takekesê Kurd hate kirin û bi sedan xortên Kurd bi wan helbest û
sirûdan çeka berxwedanê dan milê xwe û nehiştin dijmin planên xwe yên qirêj
cîbicî bikin. Ji van hucreyan bi dehan serkirdên wekî Şêx Ebdulselamê
Barzanî, Qazî Mihemed, Şêx Mehmûdê Hefîd, Şêx Seîdê Pîran û Mela Mistefayê
Barzanî pêşkêşî qada Kurdayetî û serkirdatiya şoreşa gelê Kurd hatin kirin,
bi dehan şairên mezin ên wekî Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Nalî, Mewlewî,
Salem, Kurdî, Şahoyê, Narî, Wefayî, Fenayî û Hacî Qadirê Koyî, di qada
wêjeyê de dahênan kirin û ne tenê bi zimanê dayikê, belkî bi zimanê biyanî
jî ciwantirîn deqên helbestê pêşkêş kirin.

• Melayê Kurd roleke wî ya bandordar hebûye di îmandarî û evîndariya ji bo Xwedê
û ola pîroz de, lê belê heta çi astê girîngî daye êş û azarên perçeyên din ên
Kurdistanê?

- Xwezaya xwendinê di nav zanayên Kurd de bi wî awayî bûye ku azadane
xwendine, wate li her cihê ku melayekî gelek jêhatî hebûbe, çûne xizmeta wî
û çokên şagirtiyê dane erdê, ev geşta wan guh nedaye sînoran, bi taybetî
sînorên çêkirî û her çar perçeyên Kurdistanê li cem wan yek perçe û yek mal
bûye. Ez bi xwe li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê xwendime, li Rojhilatê
Kurdistanê ji bilî xwendina zanistên şerîetê, em tevlî rêxistinên Partiyê
bûn û me ew xeleka rêxistinan gihande Qurwe û Hemedanê. Di wê demê de jî ku
cenabê Mela Mistefa Barzanî teşrîf anî Rojhilatê Kurdistanê li gundê Sawcî
yê ser bi bajarokê Merîwanê, kelecaneke din ji bo karê rêxistinan û
nêzîkbûna beşeke berçav a rûniştvanên her du perçeyên Kurdistanê çêkir.
Barzanî daxwaz kiribû ku zanayekî mezin ê navçeyê bidin naskirin, di encamê
de zanayê mezin û mamosteyê me Mamoste Mela Mihemed Emînê Kanîsananî didin
naskirin. Mamoste jî destûr ji Sawaqê (istixbarata Îranê) wergirt û got: "Ez
ê çend demjimêran bimînim û paşê vedigerim", me jî hez dikir ku em biçin
xizmeta wî, lê belê mamoste rê neda, em jî piştî şêwira kesên dilsoz û
rêxistinan ji bo ku em eşkere nebin em neçûn xizmeta wî. Mamosteyê me
hefteyekê li cem cenabê Barzanî ma, Barzanî pirs jê kiribû: Gelo pêşmergeyên
me ku canê xwe dibexşin hukmê wan çi ye? Mamoste ferman kiribû: Madem di
oxira axa Kurdistanê de ye şehîd in, Barzanî jî ferman kiribû: "Bi zimanê
Kurdî tefsîreke Quranê binivîse erka çapkirinê li ser min". Ji bo min ê
bende jî, darcixareyek ku bi destê xwe çêkiribû dabû mamoste û wekî diyarî
ji min re şandibû. Perçeyên din ên Kurdistanê jî wisa bûn, piraniya nûçeyên
şoreş û zanist û edeb û hunerê, mela û feqiyên Kurdistanê digihandin. Ji
aliyekî din ve bi sedan sal e parastina ziman û edeba Kurdî, parêzer û
pasevanê wê melayê Kurd e. Helbest, edeb û roman berhemên keda melayê Kurd
in. Heke şairên mezin ên Kurd nebûna, heke Hejar Mukriyanî, Mesûdê Melayê
Mezin ê Koyê, Mamoste Ebdulkerîmê Muderîs, Şêx Mihemedê Xal, Elaeddîn Secadî
û hevrêyên wan nebûna tiştek bi navê ziman û edeba Kurdî nedima.

• Gelo rola melayê Kurd di çareserkirina pirsgirêkên civakî û parastina şîrazeya
civakê de çi bûye?

- Karê aştewanî û lihevanînê, yek ji karên sereke yên zanayên olî bûye û ayeta
pîroz a «În urîdu îllel-îslahe masteta'tu» (Ez tenê heta ji destê min bê
îslahê / çaksaziyê dixwazim) meşxela karê wan ê pîroz bûye. Li her gund,
bajarok û bajarekî ku du kes heta du malbat û du eşîrên mezin bi hev re şer
kiribin, her zanayên olî bûn ku hewla aşkirina wan dane û bi hewlên xwe bi
sedan şer û ajev vemirandine, çimkî welat bi saya aştiyê pêş dikeve û bi şer
û ajevê ji nav diçe.

• Zanayên olî yên Kurdistanê bi wê yekê navdar bûn ku bi fetwa û gotarên xwe
gelek berevanî li jina Kurd kirine. Hûn vê dîroka geş a zana û melayên Kurd çawa
dinirxînin?

- Hebûna jinê û mana wê bi serbilindî û mîsogerkirina azadiyên wê di bin siya
şerîeta pîroz a Îslamê de gelek girîng bûye û hewla zanayên olî di
çespandina mafên jinan de gelek berçav bûye. Hemû ew stemên ku li jinan
hatine kirin bi sedema hez û arezûyên çavbirçî û berjewendîxwazên dîrokê
bûye. Zanayê Kurd li her cihêkî bûbe, berevankarê serhişk ê mafên jinan
bûye, bi rêya gotar û peyamên xwe, ew rastî di dilê mêran de çespandiye ku
jin ne kole ye, ne xizmetkar e, her wek ku xwedî erk e, xwedî maf e jî, di
heman demê de keç e û di mala bavê xwe de mertal e ji bo bav û dayikê; dayik
e û bihuşt di bin pêyên wê de ye; xwişk e û piştevaniya bira û hevkarê
malbatê ye, mafê xwendin û rol dîtina di civakê de heye. Jin şirîka jiyanê
ye û nabe stem lê bê kirin, ev peyam bûn hevênê mayîna jinê û serweriya wê
di nav civaka mirovahiyê de.

• Hûn piştevaniya zana û melayên Kurd di dijayetiya tundrewiyê (radîkalîzmê) û
ramana tundûtûjiyê û dijayetiya terorîstan çawa dinirxînin?

- Ciwantirîn taybetmendiyên melayê Kurd nermî (miyanrewî) û hêminiya di kiryar
û gotinê de bûye. Di dirêjahiya dîroka zêdetirî 1400 salî ya dindariya gelê
Kurd de ku «mela» rêber û rênîşanderê wê bûye, hergiz rê nedaye ku peyama
tundrewiyê di erd û axa pîroz a Kurdistanê de kok bide, axek ku bi deqa
Quranê pîroz be, nabe bibe cihê tundrewiyê û pirsgirêka civakî, çimkî Îslam
bi xwe ola aştî, hêminî û lêborîniyê ye.

• Zana û melayê Kurd xwedî ramana pêkvejiyan û lêborîniya di navbera ol û
neteweyan de bûne. Gelo rola mînbera mizgeftan ji bo çespandina vê çandê çi
bûye?

- Ramana zana û melayê Kurd her tim ramaneke berfireh bûye, baweriya wî ya
temam bi wê rastiyê hebûye ku mirov wekî hev hizir nakin, ev jî vîna Xwedê
li ser bûye «We lew şae rabbuke lece'alennase ummeten wahideten» (Heke
Xwedayê te bixwesta, wê hemû mirov bikirana yek ummet), gihandina olê û
qebûlkirina wê ji aliyê beramber ve bi zorê nabe, «La îkrahe fîd-dîn» (Di
olê de zor nîne). Naxwe divê bernameyek hebe ji bo pêkvejiyanê. Li gorî
baweriya min tenê Îslamê ew sîngfirehî û vîn hebûye ku bi olên din re bijî û
daxwaz bike ku mafên wan neyên binpêkirin, li Medîneyê jî Pêxember (silavên
Xwedê lê bin) di destûrê de mafên wan çespandin, her ji vê dergehê ve jî
zanayên Kurd mamele (danûstandin) bi Mesîhî, Cihû, Kakeyî û Êzdiyan re
kirine. Kurdistan dergûşa vê pêkvejiyanê ye û olên din bi vîna xwe
Kurdistanê ji bo jiyanê hildibijêrin, ev jî bi sedema rola serkirdatiya
siyasî ya Kurd û cenabê Serok Barzanî û zanayên resen ên Kurdistanê ye.

• Baş e erka zanayên olî ji bo parastina destkeftên neteweyî û qewareya Herêma
Kurdistanê di dema niha de çi ye?

  • Daxwazê ji ciwanan (xortan) dikim ku olperweriyeke pak pêk bînin ku Îslam e,
    ew Îslama ku melayê Kurd gelê xwe pê aşna kir (nasand), ew Îslama ku ji
    Pêxember ve wekî rehmet hatiye. Divê ciwan dilsozê axa Kurdistanê bin, vê
    axê bi hezaran role di oxira xwe de şehîd dane, ji we tika dikim ku bi
    xapandin û axaftinên vala yên neyaran (dijminan) nebin dijminê gelê xwe,
    dijmin xêra me naxwaze, belkî duberekî, perçebûn û jinavçûna me dixwaze.

 

Top