Li Heleb, Efrîn û Şehbayê 1417 mamoste 9 meh in bê mûçe ne
Komeleya Mebadirê ya Bipêşketina Civakî raporek weşand û rewşa xerab a mamoste û karmendên perwerdeyê yên li taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, her wiha li herêmên Efrîn û Şehbayê eşkere kir.
Li gorî raporê, ji ber guherînên ewlehî û îdarî yên piştî Kanûna Paşîna 2024an, hezar û 417 mamoste bi krîzeke kûr a mirovî, aborî û perwerdeyê re rûbirû mane û mûçeyên wan hatine rawestandin.
"Hezar û 417 mamosteyan zerer dît"
Mamoste û Berdevka berê ya Komîteya Perwerdeyê ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Zehîde Reşîda ku bi xwe jî yek ji mamosteyên zererdîtî ye, li ser hûrgiliyên krîzê agahî dan Bultena Nûrojê ya Rûdawê:
"Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê 400 mamoste hene lê eger em behsa Efrîn û Şehbayê jî bikin, hejmara giştî ya mamosteyên ku zerer gihîştiye wan hezar û 417 e."
"Ti kes nehatiye wergirtin"
Zehîdeyê li ser pêvajoya tevlîkirina li nava sîstema hikûmetê got ku heta niha ti pêşketin çênebûye û got:
"Heta niha ti kes nehatiye wergirtin. Divê ev gav bi awayekî giştî be, ne takekesî be. Dosyeya hemû 400 mamosteyan heta vê kêliyê nehatiye çareserkirin.
Her çend civîn bi rayedarên perwerdeyê yên Helebê re tên kirin jî heta niha tiştek bi awayekî pratîk nehatiye çareserkirin."
Rawestandina mûçeyan bandoreke xerab li jiyana mamosteyan kiriye û Mamoste Zehîdeyê rewş wiha anî zimên:
"Mamosteyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di koçberî û şer de gelek zehmetî dîtin. Hemû malbat û mamosteyan bi wî meaşî debara jiyana xwe dikir. Niha rewş gelekî zehmet e."
Ji sedî 50ê xwendekaran boykot kirin
Zehîdeyê li ser rewşa sala nû ya xwendinê ya li wan her du taxan diyar kir ku li 20 dibistanan xwendinê dest pê kiriye lê pergal bi temamî hatiye guhertin.
Mamoste Zehîdeyê got ku niha bi ser hikûmeta Sûriyeyê ve ne û rêbaza xwendinê bi temamî bûye Erebî û anî zimên:
"Her çend soz hatibû dayîn ku dê hefteyê sê demjimêran dersa zimanê Kurdî hebe jî di pratîkê de tiştek nîne, tenê axaftin e."
Guhertina pergala perwerdeyê bandoreke neyînî li wan xwendekaran jî kiriye ku bi salan bi zimanê Kurdî xwendiye.
Li gorî Zehîdeyê, ji 4 hezar xwendekarên li her du taxan nîvê wan xwendin boykot kiriye:
"Hinek ji wan qebûl nakin ku herin bi Erebî bixwînin ji ber ku ji wan re zehmet e.
Îsal tenê 2 hezar xwendekaran navê xwe tomar kir û 2 hezar xwendekarên din dibistan boykot kirin."
Çarenivîsa belgeyên şewitî
Zehîde Reşîdê li ser rewşa wan xwendekarên ku belgeyên wan ji ber şerê dawî yê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê şewitîne an winda bûne got:
"Rewşa wan xwendekaran jî ne diyar e lê ew niha bi kaxezeke demkî diçin dibistanê heta ku rewşa wan zelal bibe."
Zehîdeyê amaje bi wê yekê kir ku rewşa li Şêx Meqsûd û Efrînê ji ber sedemên siyasî zehmet e lê ji bo dîtina çareseriyê hevdîtin û civîn berdewam dikin.
Rudaw
