Baqir Cebir: Divê Pêşmerge bibe mertalê Îraqê
Wezîrê berê yê Karên Navxwe û Darayiyê yê Îraqê Baqir Cebir Zubeydî got ku divê wekî mertalekî Îraqê sûd ji Pêşmerge were dîtin.
Zubeydî anî zimên ku ezmûn û dîroka Pêşmergeyan bi temamî ji ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) cuda ye û got, "Nabe dijayetiya Pêşmergeyan bê kirin.”
Baqir Cebir Zubeydî di axaftineke xwe ya ku roja çarşemê li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê bi sernavê "Di navbera Pêşmerge û HSDyê de..." belav kiriye de dibêje ku hinek rapor behsa wê yekê dikin ku Amerîka bi rêya nûnerê xwe (Tom Barrack) dixwaze ezmûna Rojavayê Kurdistanê li Îraqê ducare bike û Pêşmerge nehêle û tevlî artêşa Îraqê bike.
Zubeydî diyar kir ku berawirdkirina HSD û Pêşmergeyan "şaşiyeke mezin e" û biland:
"Dîroka Pêşmergeyan ji ya HSDyê gelekî kevntir e û şêwazê avabûna wan jî cuda ye.
Pêşmerge bi qasî ku hêzeke gelêrî û neteweyî ye ku ji her maleke Kurdan derketiye, ne hêzeke leşkerî ya teqez e û ne wekî HSDyê ye ku li ser daxwaz û fermana Amerîkayê hatibe avakirin."
Zubeydî amaje bi wê yekê jî kir ku “bavekî ruhanî yê Pêşmergeyan heye” ku cihê rêza hemû Kurd û Îraqiyan e, ew jî "Mela Mistefa Barzanî" ye ku heta niha jî bandora wî li ser hemû herêmê diyar e û li pey çû:
"Xwedêjêrazî Mam Celal Talebanî di hemû hevdîtin û serdanên me de her tim bal dikişand ser rola dîrokî ya Mela Mistefa Barzanî."
Bakurê niştiman (Herêma Kurdistanê) demeke dirêj e nîvserxwebûna xwe ji destê rejîma Beasê derxistiye û xwediyê naskirin û pêşwaziyeke berfireh a navneteweyî ye.
Lê HSDyê li Sûriyeyê herêmeke berfireh kontrol dikir lê nekarî qewareyeke wiha ava bike."
Wî hişyariyek jî da û wiha axivî:
"Pêwîst e sûd ji taybetiya Pêşmergeyan bê wergirtin ne ku dijayetiya wê bê kirin.
Divê ev hêza Kurdî ya niştimanî bi rêya diyalog, hevahengî û girêdana bi ofîsa fermandeyê giştî yê hêzên çekdar ve bibe mertalê qewîn ê Îraqê."
Rudaw
