Hinardeya petrolê ya bi rêya Tengava Hurmizê asta beriya şer derbas kir
Tevî ku êrîşên li ser keştiyan li Tengava Hurmizê bênavber berdewam dikin, daneyên nû yên deryayî nîşan didin ku asta hinardekirina petrola xav a Rojhilata Navîn bilind bûye û asta beriya destpêkirina şer derbas kiriye.
Li gorî daneyên destpêkê yên kompanyaya şopandina keştiyan Kplerê, di hefteya dawî ya meha Îlonê de hinardeya petrola xav li herêmê geşedaneke berbiçav tomar kiriye. Di 24ê Îlonê de hinardeya rojane di navbera 19.5 heta 22.5 milyon bermîlan de bûye û heman ast di rojên 27 heta 29ê Îlonê de jî dewam kiriye.
Ev zêdebûn di demekê de ye ku di navbera Adara 2025an heta Sibata 2026an de—ango beriya destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê di 28ê Sibatê de—rêjeya hinardeyê rojane 18 milyon bermîl bû.
Li gorî heman daneyan, rêjeya hinardeya petrola xav di maweyê heft rojan de heta 1ê Cotmehê gihiştiye 18.5 milyon bermîlan di rojê de. Herwiha rêjeya giştî ya hinardekirina petrola xav, berhemên petrolê, madeyên kîmyewî û yên din di wê hefteya ku 30ê Îlonê de bi dawî bûye de, gihaye 22.4 mîlyon bermîlên rojane. Di heman demê de, hejmara keştiyên veguhastina gaza sirûştî (LNG) yên ku di Tengava Hurmizê re derbas bûne, di meha Îlonê de gihiştiye asta xwe ya herî bilind ji meha Sibata borî ve.
Tê diyarkirin ku ev amara fermî wan keştiyan li xwe nagire yên ku ji bo neyên şopandin, sîstemên xwe yên naskirina otomatîk (AIS) vemirandine û di tengavê re derbas bûne. Beriya destpêkirina şer, rojane nêzîkî 125 keştiyên bazirganî yên mezin di Hurmizê re derbas dibûn ku wan nêzîkî ji sedî 20ê petrola xav û gaza sirûştî ya cîhanê vediguhast.
Ji aliyê din ve, saziya ewlehiya deryayî Mariskxê ragihand, êrîşên li ser keştiyan li Tengava Hurmizê û derdora wê berdewam in û di demên dawî de herî kêm heft bûyer hatine tomarkirin. Kompanyayê da zanîn ku di 1ê Cotmehê de keştiya neftê ya bi navê "Kazma 3" rastî êrîşeke nenas hatiye û agir pê ketiye; lê ti ziyan negihaye xebatkarên keştiyê û hemû hatine rizgarkirin.
Saziya navborî hişyarî da ku keştiyên bazirganiyê bi metirsiyeke mezin û nepêşbînîkirî re rû bi rû ne. Li gorî şîroviya pisporan, metirsî ne ji ber armancgirtina rasterast a keştiyeke diyar e, belkî ji ber wê yekê ye ku keştî li herêmên pevçûnê ne û dibe ku mûşek bi riya sînyalên radaran bi rengekî rasthatinî li wan bikevin.
K24
