Mesrûr Barzanî pîrozbayî li Mesîhiyan dike
Dibêje lazime çanda bihevre jiyanê were bihêztirkirin.
Bi minasebeta roja ji dayikbûna Hezretê Îsa Mesîh Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbayî belav kir ku, ev jî naveroka vê peyamê ye;
Bi minasebeta cejna Ji dayikbûna hezretê Mesîh (silavên xwedê li ser wî bin) pîrozbayiyeke gerim pêşkêşî Mesîhiyên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim û hêviya cejn û bihên vedanên aram û pir ji şadî bo wan dixwazim.
Kurdistan hertim nîştimana bihevre jiyana olên cuda bûye û lazime tevahiya me zêdetir çanda bihevre jiyanê pêşde bibin û aştiya civakî û biratiya navbera tevahiya pêkhateyên Kurdistanê bihêztir bikin.
Cejna ji dayikbûnê pîroz be û hertim di nava xweşiyê de bin.
Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê
Mesrûr Barzanî
