“Kadroyên biçûk yên DAIŞê” li benda “dewletê” ne
Wê rojnameyê belav kir, li gor zanyariyên rêxistina “Zarokan Rizgar bikin” piraniya wan zarokan temenê wan di bin 5 saliyê re ne û hişyariyê dide jî, rewşa xirap a kampan de mercên guncaw dirust çê dike, ku ew zarok bi riya tundrewiyê de biçin.
Ew rojname dibêje, mezintirîn astengî li pêş derxistina wan ji kampan bo welatên wan ew e, dewletên biyanî nikarin zarokan ji dayikên wan bikin. Herwiha gelek dewlet jî red dikin welatiyên xwe yên DAIŞî vegerînin.
Aşkere kir jî, beşek ji jinên DAIŞê dest ji mafên xwe berdane ta ku ew zarok vegerin welatên xwe, lê beşeke din ji jinan dest ji zarokên xwe bernadin û li benda geşbûna “Dewleta Îslamî” ne û dibînin ku zarokên wan kadroyên DAIŞê ne.
Amaje bi wê jî da, hin jinên DAIŞê ji kampên ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve tên birêvebirin, bi alîkariya qaçaxçiyan revaniye.
Wê rojnameyê diyar kir, piraniya rêxistinên navdewletî piştî rêkeftina HSDê bi rêjîma Sûriyê re û metrisiya ew kamp bikeve destê hêzên rêjîmê, karên xwe li kampa Holê rawestandine.
Di kampa Holê de bêtir ji 71 hezar kesî bicî dibin, nêzî 60 hezarî Sûrî û Iraqî ne û bêtir ji 11 hezarî biyanî ne. Li gorî hin raporên saziyên navdewletî, kampa Holê yek ji kampên herî metirsîdar e li ser asta cîhanê. Rêvebiriya xweser jî dibêje ku karînên wan sînordar in, nemaze ku bi hezaran çekdar jî di zindanên wan de hene, êdî ev rewş hewcedarî destêwerdaneke navdewletî ye.
K24
