Tirkiye dest bi dabeş kirina nasnameyên Tirkî kir
Piştî dagîr kirina her du bajarên Girê Spî û Serê Kanî yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyan ve, nîqaşên li dor guhertina demografiya wan deveran ji aliyê Tirkiyeyê ve, berdewamin.
Ji aliyeke din ve jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku ev demêke artêşa Tirkiye û cîhadî dest bi dabeş kirina nasnameyên Tirkî li ser wan kesan kirine ku di nava bajarên Serê Kanî û Girê Spî de dimînin.
Rayedarên Rojavayê Kurdistanê jî diyar kirin ku ev pêngava han ya Tirkiyeyê hewldaneke din ya metirsîdare di çarçoveya guhertina demografiya herêmê de.
