• Wednesday, 11 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê kir

Gulan Media February 11, 2026 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê kir û pê re bal kişand ser pêdivîtiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 11ê Sibata 2026ê) pêşwaziya Balyozê Kuweytê li Iraqê Hesen Mihemed El-Zeman kir.

Di wê hevdîtinê de, ku Konsulê Giştî yê Kuweytê li Herêma Kurdistanê Osman El-Dawid jî tevlî wê bûbû, Balyozê Kuweytê silavên Mîr û Cînişînê Kuweytê gihandin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û tekezî li ser girîngiya xurtkirina têkiliyên dualî di warên cuda cuda de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bal kişand ser pêdivîtiya pêşxistina têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Kuweytê de û xwesteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de jî tekez kir.

Herwesa rewşa giştî ya Iraqê û bizav û danûstandinên ji bo hilbijartina Serokkomarê Iraqê û avakirina hikûmeta nû ya Iraqê jî pareka din a nîqaşan bûn.

 

K24

Top