Reyan Kildanî hewl dide di navbera Aşûrî û Kildaniyan de tevliheviyê çêbike
Pêgehekî Kildaniyan aşkera dike, Fermandarê milîsên Babîlyon Reyan Kildanî û di lîsteya terorê ya Amerîkî de daxwaza girtina wî tê kirin, rojane heqaretê li dêra Kildaniyan dike û hewl dide ku bi rêya rûpelek ku wî bi navê Aşûriyan çêkiriye di navbera Aşûrî û Kildaniyan de tevliheviyê çêbike.
Pêgeha bi navê WikiLeaks El Kildanî, ku belge û agahdariyên têkildarî Xiristiyanên li Iraqê diweşîne, eşkere kir ku Reyan Kildanî rûpelek vekiriye (navê rûpelê ji hêla BasNewsê ve parastî ye) ku xwe wekî rûpelek Aşûrî dide nasîn, lê ji hêla Reyan Kildanî ve mûçeyê wê tê dayîn.
Herwaha ragehand ku rêveberê rûpelê tundrewek bi navê (Xelabîl Benjamin) an (Wiliam Benjamin) e, pereyê karmendên wî di nav mûçeya milîsên Babîlyon ên Haşdî Şeibî û hejmarek kadroyên ku ser bi rêxistinek xwendekarên Xiristiyan in de tê dayîn.
Li gorî WikiLeaks, rûpela ku ji hêla Reyan Kildanî ve hatiye vekirin, rojane bi navê Asûriyan heqaretê li Kildanî û dêra Kildanî dike, armanc ew e ku di navbera Aşûrî û Keldanî de nakokî çêbike.
Li gor dûvçûnên BasNewsê, heman rûpela ku ji hêla Reyan Kildanî ve hatiye vekirin rojane êrîşî Kurdan dike û heta bi eşkereyî li dijî Herêma Kurdistanê û mafên neteweyî yên Kurdan derdikeve û mafên Kurdan ji şovenîstên Ereb bi tundtir înkar dike. Ev nîşan dide ku zimanê rûpelê dişibihe zimanê fermandarê milîsên Babilyon Reyan Kildanî. (ku ew jî xwedî hişek şovenîst a kirêt li dijî Kurdan e).
Basnews
