• Tuesday, 10 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim Bexda destûrê binpê neke û mûçe dayînê berdewam bike

Gulan Media February 10, 2026 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Hêvîdarim Bexda destûrê binpê neke û mûçe dayînê berdewam bike

Di civîneke çapemeniyê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Em berdewam dixwazin bi hemwelatiyan bibêjin ku emê rijdbin li ser hemû mafên xelkê Kurdistanê, lê wek hûn hemû dizanin demekî zêde ye mijara dayîna mûçe di dest Bexdayê de ye. Divê Bexda pêbendiyên xwe li hember xelkê Kurdistan û hemû Iraqê cîhbicîh bike û cudayiyê neke. Hêvîdarim ew pêbendiyên xwe yên bi destûrê re binpê nekin û berdewam bikin bi dayîna mûçeyan. Înşala têknaçe, lê bi rastî divê Bexda bersiva wan pirsan bide.’’


Serokê Hikûmetê derbarê posta Serokomar de jî ragehand: ‘’Heta naha em negeheştina ti rêkeftinekî ku berbijêrekî hevbeş hebe û em jî dixwazin berbijêr, berbijêrê Kurdistanê be û ji pêkhateya Kurd be, ne yê aliyekî din. Pêşneyara me ew bû ku piraniya nûnerên Kurd li Parlamentoya Iraqê yan jî bi rêya Parlamentoya Kurdistanê ve berbijêrek bê destnîşan kirin ku bibe berbijêrê hemû Kurdistanê û pêşkeşî Parlamentoya Iraqê re bê kirin bo peywir û posta Serokomariya Iraqê.’’

 

Basnews

Top