• Wednesday, 11 February 2026
logo

Dêrsimî bi Dîlan Yeşîlgozê serbilind in

Gulan Media February 11, 2026 Nûçe
Dêrsimî bi Dîlan Yeşîlgozê serbilind in

Tayînkirina Dîlan Yeşîlgoza Dêrsimî wekî Wezîra Parastinê û Alîkara Serokwezîr a Holendayê, li warê wê Dêrsimê bi kêfxweşiyeke mezin hat pêşwazîkirin.

Serkeftina siyasetmedara ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Dîlan Yeşîlgozê bû cihê şanaziyê ji bo bajarê wê.

Rûdawê nêrîna Dêrsimiyan a li ser tayînkirina Dîlan Yeşîlgozê wekî Wezareta Parastinê û Alîlara Serokwezîr pirsî.

Dêrsimî diyar dikin ku gihîştina Dîlan Yeşîlgozê ya vê posta bilind hem wekî jinekê û hem jî bi nasnameya xwe ya Dêrsimî ji bo wan watedar e.

"Ji bo demokrasî û liyaketê girîng e"

Dêrsimî balê dikişînin ser wê yekê ku siyasetmedareke xwedî nasnameya Elewî û Kurd li Ewropayê erkên krîtîk ên wekî wezareta parastinê û alîkariya serokwezîr werdigire û dibêjin ku ev ji bo demokrasî, wekhevî û liyaketê mînakeke girîng e.

"Em bawer in ku dê maf û hiqûqê biparêze”

Hevbajariyên wê bawer dikin ku Dîlan Yeşîlgoz dê bi taybetî di mijarên maf, hiqûq, mafên jinan û temsîliyeta çandî de xebatên erênî bike û destnîşan dikin ku ew piştgiriyê didin wê û serkeftinê ji wê re dixwazin.

"Miletê me gelek zehmetî dîtin"

Niştecihê Dêrsimê Alî Mukan got, "Berî 30 salan, di dema sosyal demokratan de ji xeynî Mehmet Mogoltay kes ne bû wezîr.

Miletê me hem Elewî ye hem Kurd e. Me li ser vê axa dervêşan gelek zor û zehmetî dîtin û rê nayê dayîn ku miletê me were astekê.

Me bihîst Dîlan bûye, em gelekî kêfxweş bûn û em piştgiriya wê dikin."

"Di temenê ciwan de erkên girîng digirin"

Aygul Arasê jî got, "Mirovên 30-40 salî li wir dibin şaredar, dibin wezîrê parastinê, dibin serokê eyaletan û li cihên girîng erkan digirin.

Ez li ser navê xwe gelekî kêfxweş bûm."

"Ji bo çand û zimanê xwe bi hêvî ne"

Saniye Îldenîzê jî hestên xwe wiha anîn zimên:

"Ez ji bo wezîrbûna Dîlanê gelekî kêfxweş bûm. Ez bi hêvî me ku dê ji bo çanda me ya Elewîtiyê biparêze û li Ewropayê xwedî li maf û hiqûqê me û zimanê me derkeve.

Ez bawer dikim ku dê feydeya wê bigihîje me jî. Xwedê rêya wê veke."

"Biyanî bawer dikin û erkan didin"

Ahmet Aktaşê Dêrsîmî jî wiha axivî behsa Dîlanê kir:

"Ji vê Dêrsimê ewliya derketin, xwediyên kerametê derketin, zanyar derketin.

Binêrin, li Holendayê jî derket. Hûn me qebûl nakin, zîhniyeta Yezîd me qebûl nake lê Ewropa me qebûl dike û ji me bawer dike.

Baweriya xwe bi me tînin û wezîfeyan didin me. Hûn çima baweriya xwe bi me naynin?"

"Ji bo mafên jinan cihê şanaziyê ye"

Xelkê Dêrsimê Mehmet Turan jî got, "Em gelekî kêfxweş bûn. Li wir mafên jinan didin.

Li vir çi qasî qezenc bike jî kes mafê wê nade lê Dîlan li wir bûye wezîra parastinê û alîkara serokwezîr.

Xwedê rêya wê veke, ev ji bo me cihê şanaziyê ye."


Dîlan Yeşîlgoz kî ye?

Dîlan Yeşîlgoz 1977an li Enqereyê ji dayîk bûye.

Bavê wê Kurdekî Dêrsimî ye û dayîka wê jî Tirk e.

Dîlan Yeşîlgozê di temenekî biçûk de koçî Holendayê kir.

Wê 1999an di Partiya Sosyalîst de dest bi kariyera xwe ya siyasî kir û piştre beşdarî VVDyê ya rastgir a navendî bû û bi pêş ket.

Bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin

Dîlan Yeşîlgoz di kariyera xwe de bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin.

Wê her tim dianî ziman ku divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide fedakariyên Pêşmergeyan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer kiriye.

Yeşîlgozê mehên borî di dema şerê li Sûriyeyê de bang kiribû ku divê sivîlên Kurd bên parastin.

Wê her wiha piştgirî dabû xwenîşandanên li Îranê û xwestibû ku Supaya Pasdaran a Îranê bikeve lîsteya terorê.

Yeşîlgozê piştî destbikarina xwe daxuyaniyek da û biryardariya xwe ya di serdema nû de wiha anî ziman:

"Ez li benda avakirina welatekî bihêz im ku karibe li hemberî metirsiyên îro û sibê xwe biparêze û li ser lingên xwe bisekine."

 

Rudaw

Top