• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Batîfayê bi dronan êrîşî pasewanên sînorî kirin

Li Batîfayê bi dronan êrîşî pasewanên sînorî kirin

 Dije Terora Kurdistanê ragihand, îro piştî nîvro firokeyeke bê firokevan baregeha lîwaya 1 a hêzên pasewanên sînorî yên Herêma Kurdistanê li navenda navçeya Batîfayê kiriye armanc û ew cihê ku hatiye armanckirin PKK lê heye.

Dije Terora Kurdistanê di daxuyaniya îro Çarşemê de her wiha ragihand, “Dron navbera gundên Dukerê û Beruşka Sedûnî yên navçeya Batîfayê ya li ser Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kiriye armanc û li wê herêmê jî çekdarên PKKê hene.”

Dije Terora Kurdistanê ev weke êrîşeke weke “terorîstî” bi nav kir û got, “Ji xeynî ziyana madî, xweşbextane ti ziyanên canî çênebûne.”

 

Rudaw

Top