• Wednesday, 18 February 2026
logo

Erebên hawirdê li ser rêya kembera Kerkûkê çêkirina xaniyan berdewam dikin

Erebên hawirdê  li ser rêya kembera Kerkûkê çêkirina xaniyan berdewam dikin

Erebên hawirde li ser rêya kembera Kerkûkê çêkirina xaniyan berdewam dikin.

Di serdaneke meydanî de, peyamnêrê BasNewsê ragehand ku, erebên ku ji derve hatine û li Kerkûkê hatine cîbicîkirin, li ser rêya kembera Kerkûkê li her du aliyên rê dest bi çêkirina xaniyan kirine û li ser çêkirina xaniyan berdewam in.

Li gor zanyariyên BasNewsê, parêzgarê bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin yê Kerkûkê guh nade wan erebên hawirde yên ku li ser rêya kembera Kerkûkê xaniyan li ser zeviyên çandiniyê û erdên hikûmetê ava dikin.

Beşek ji Erebên ku xaniyan çêkirine û dest bi çêkirina xaniyan kirine, berê li kampên penaberan ên Kerkûkê û piştî girtina kampan tên li wê deverê xaniyan çêdikin û beşek ji wan kesên ku xaniyan çêdikin jî xizmên DAIŞê ne.

 

Basnews

Top