• Wednesday, 18 February 2026
logo

Diyarbekir- Dadgehê hemû daxwazên parêzerên Tahîr Elçî red kir

Diyarbekir- Dadgehê hemû daxwazên parêzerên Tahîr Elçî red kir

Li Diyarbekirê heftemîn danişîna doza kuşitina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Dadgehê hemû daxwazên parêzer û serokên baroyan red kirin û doz bo 29ê Mijdara 2023an hat paşxistin. Parlementerê CHPê yê Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu got; kuşitina Tahîr Elçî kuşitineke siyasî ye ev yek jî bi proseyekê ve girêdayî ye.

Li 10emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê heftemîn danişîna doza kuşitina serokê berê yê baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî birêve çû. Gelek serok, rêveber û endamên baro û saziyên sivîl yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê beşdarî danişînê bûn. Her dîsa hejmarek parlementerên CHPê û Partiya Keskên Çep û delşegasiyona Ewrûpa jî çavdêriya dozê kirin.  Turkan Elçî ya hevjîna Tahîr Elçî ye yekem car wekî parlementer beşdarî danişînê bû. Dadgehê hemû daxwazên malbat û parêzeran red kir. Pişitî dadgekirinê mafnasan bertek nîşana proseya dadgehkirinê dan.

Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Elî Bayram ji K24ê re diyar kir: “Di raya gişitî de navê Tahîr Elçî naveke gelek girîng bû. Tahîr Elçî miroveke berbiçav bû û wî her doza heq û hiqûqê dikir, wî doza mafên mirovan dikir. Gelek dozên k wdi raya gişitî de dihatin nîqaşkirin wî ew doz dişopandin. Ji ber vê yekê dixwazin ev doz bigihe encamekê. Em fêm nakin ku çima dadgeh yradeya xwe, beyana xwe rast û dirûst ji me re nabêje.”

Her sê polîsên ku wekî tometibar tên darizandin bi riya sîstema deng û dîmen ji bajarên cuda beşdarî proseya dadgehê bûn. Polîsan hemû ydiyayên derbarê wan de red kirin. Parêzeran dixwestin ku Serokwezîrê wê demê Ehimed Davutoglu di dadgehê de bê guhdarîkirin, ku Dawutoglu gotibû ev kuşitineke siyasî ye, lêbelê ev daxwaza parêzeran hat redkirin. Parlementerên CHPê jî beşdarî danişînê bûn û gotin ku; ev dozeke siyasî ye û Tahîr Elçî ne hedefeke ji rêzê bû, kuşitineke siyasî bêyî hevkariya siyasetmedaran nayê kirin.

Parlamenterê CHPê yê Diyarbekirê Sezgîn Tanrikulu ji K24ê re ragihand: “Tahîr Elçî ne hedefekî ji rêzê bû. Dema li ser wê proseya ku ber bi kuşitina Tahîr Elçî ve diçe lêkolîn dê kirin, dê were xuyakirin ku Tahîr Elçî wekî hedefeke taybet tê destinîşanikirin. Ev kuşitineke siyasî ye û ne bi parastina siyasetmedaran be ev kuşitin nayê kirin. Ev parastin pişitî kuşitinê jî berdewam dike. Îro ya tê kirin ev e. Ji ber ku siyaset jî hevparên vê kuşitinê ne dadgehkirineke dadwerane pêk nayê.”

Tahîr Elçî, di 28ê Mijdara 2015an li Sûrê, li ber Minareya Çarling di dema ku li dijî şer û aloziyan daxuyanî dida hat kuşitin. Heta niha jî li cihê bûyerê kefş nehatiye kirin. Daxwaza parêzeran ya kefşê di danişîna heftemîn de jî hat redkirin.

Tahîr Elçî, li Dadgeha Diyarbekirê dozên gelek bûyeran şopand û ew doz gihişitand encamekê, lê belê ev 8 sal in doza kuşitina wî bi xwe negihaye ti encamekê. Dadgehê danişîna heşitemîn bo 29ê Mijdara 2023an paşxist. Gelo wê demê dê biryarek ji vê dozê derkeve yan na? Ew ne diyar e.

 

Basnews

Top