Mesrûr Barzanî fermana pêkanîna çend projeyên xizmetguzarî yên giring li parêzgeha Hewlêrê da
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pesend kir ku milyarek û 242 milyon û 941 hezar û 97 dînar ji bo cîbicîkirina çend projeyên xizmetguzarî li devera gundê Zerwawî ya herêma Ziraratî were terxankirin.
Parêzgariya Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihandiye dê ev pere qonax bi qonax li ser bûdceya geşepêdana parêzgeha Hewlêrê ji bo cîbicîkirina van projeyan were xerckirin:
- Qîrkirina cadeya gundê Zerwaw.
- Avakirina hewzeya gundê Zerwaw.
- Çêkirina sîstema avê li gundê Zerwaw.
Basnews
