Di rojên cejnê de gelek kes serdana nexweşxaneyan kiriye
Zêdetir ji 11 hezar kes jiber bûyerên curbicur çûne nexweşxaneyan.
Li gor daxuyaniyeke birêveberatiya tendirostiya Silêmanî, di nava her çar rojên cejnê de 11 hezar û 266 kes jiber bûyerên curbicur serî li nexweşxaneyên bajarê Silêmanî dane û ji aliyê nûjdaranve hatine dermankirin.
Li gor daxuyaniya han 4 hezar û 877 ji wan zarok bûne û 500 ji wan zarokan jiber giraniya nexweşî li nexweşxaneyê hatine razandin.
